ANTALYA/ADIYAMAN
Bariş Akkabakê (20) ku di artêşa Tirkiyeyê de esker bû û li Midyata navçeya Mêrdînê di teqîna mayinê de şehîd ketibû, li Antalyayê hat definkirin.
Cinazê şehîd Akkabak piştî merasima ku li Diyarbekirê hat kirin, şandin welatê wî Antalyayê. Ji Balafirgeha Eskeriyê ya Antalyayê konvoyekê cinaze hilda û ji vir anî Mizgefta Navend a Gebzeyê. Li vir nimêja cinazeyê hat kirin û piştî nimêjê li goristana Taxa Kozanê hat definkirin.
Osman Artanê Miftiyê Bajêr ê Antalyayê li vir axivî û got ku şehîdî di dînê îslamê de mertebeyeke girîng e û wiha xeberda: "Ev birayê me namerdî bi destê wan kesên ku rûyê xwe dipêçin û xwe wekî 'qasidê aştiyê' didin nasîn hat kuştin. Birayê me di encama teqîna mayinê de hat kuştin."
Wezîrê Aboriyê Nîhat Zeybekçî, Serokê Giştî yê CHPyê yê Berê û Parlementerê Antalyayê Denîz Baykal, Parlementerên AK Partiyê yênAntalyayê Mustafa Kose, Huseyîn Samanî, Sena Nûr Çelîk, Parlmenterên CHPyê yênAntalya Niyazî Nefî Kara, Mustafa Akaydin, Çetîn Osman Bûdak, Parlementerê MHPyê yêAntalya Tarkan Akilli, malbat û eqrebayên şehîd û welatî beşdarî merasimê bûn.
Li mala esker Er Medet Matê ku di êrîşa xwekujiyê ya ser qereqola Bazîta navçeya Agriyê mir de, şîn heye.
Xebera şehîdbûna Mat Qeymeqamê Kahtayê Ahmet Gazî Kaya, Serokê Şaredariya Kahtayê Abdurrahman Toprak û erkadrên din da dê û bavê wî. Diya wî Nîmet û bavê wî Nûsret Mat li Îkîzceya ser navçeya Kahtayê dimînin. Medet Matê ku şehîd bû ji 7 zarokên malbatê yê rêza çaran e.
Nûsret Matê bavê şehîd daxuyanî da rojnamegeran got ku ew bi şehîdbûna lawê xwe ser bilind e û wiha axivî: "Lawê me ji bo miletê xwe ji bo axa welatê xwe, xwe feda kir. Em bi şehîdbûna wî ser bilind in. Xwedê bela wan terorîstan bide. Em lanetê li wan tînin. Bila welatê me, miletê me sax be."
Serokê Şaredariya Kahtayê Abdurrahman Toprak got ku dilê me hemûyan bi bûyerên wiha dişewite, em êrîşên terorî lanet dikin û wiha dewam kir: "Xwezî wan bi erênî bersiv bida Birêz Serokomarê me û ev bûyer çênebûna. Ew ê nikaribin yekîtiya welatê me xirab bikin."