ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, ji bo 2 eskerên ku di êrîşa terorî ya ser qereqola cendirmeyan a li Dogubeyazida navçeya Agriyê de mirin got ku Xwedê rehma xwe li wan bike.
Di daxuyaniya nivîskî ya Navenda Çapemeniyê ya Serokomariyê de hat diyarkirin ku Serokomar Erdogan, ji Sererkan Orgeneral Necdet Ozel re telgraf şand. Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku Erdogan ji bo 2 leşkerên ku di êrîşa terorî de şehîd bûn sersaxî da Ozel û ji bo 31 leşkerên birîndar jî got ku Xwedê şîfa xêrê bide wan.
Wiha hat daxuyandin: "Birêz Serokomarê me destnîşan kir ku ew bi vê êrîşa terorî zehf xemgîn bû. Serokomar, sersaxî da malbatên şehîdên ezîz û got Xwedê rehma xwe li wan bike. Herwiha Birêz Serokomar sersaxî da gel û Hêzên Çekdar ên Tirkan û ji bo leşkerên birîndar jî got Xwedê şîfayê bide wan."