"Seferberiya avakirina sedsalê" ya ku ji bo herêma erdhejê hatibû destpêkirin gihîşt dawiyê
Ankara
Piştî erdhejên ku di 6ê Sibata 2023an d navenda wan li Kahramanmaraşê bû, ku yek ji mezintirîn karesatên di dîroka Komarê da bû, di pêvajoya ji nû ve avakirinê da di sala dawî da 254 hezar xaniyên din hatin temamkirin, bi vî awayî hejmara giştî ya xanî û kargehên ku heta dawiya salê radestî xwediyên wan hatine kirin gihîşt 455 hezarî û bi vê ra xebatên avakirinê yên li herêma erdhejê temam dibin.
- Di saetekê da 23, di rojê da 550 xanî hatin çêkirin
Li 11 parêzgehên ku ji erdhejê bandor bûne, 200 hezar mîmar, endazyar û karker ji bo kampanyaya avakirina sedsalê li 3 hezar û 481 şantiyeyên înşaetê yên li 174 deverên cuda seferber bûn. Di vê çarçoveyê da, di saetekê da 23, di rojê da 550 xanî hatin çêkirin.
Xîmê yekem li Nurdagiya Gazîentabê di roja 15emîn piştî erdhejê da hat avêtin û xaniyên yekem ên gundan jî di roja 45emîn da hatin radestkirin.
Li Meletiyê 68 hezar û 293, li Kahramanmaraşê 51 hezar û 875, li Adiyemanê 38 hezar û 533, li Gazîentabê 29 hezar û 433, li Hatayê 98 hezar û 74, li Elezîzê 12 hezar û 326, li Edeneyê 11 hezar û 381, li Osmaniyeyê 9 hezar û 200, li Kilîsê 2 hezar û 261, li Diyarbekirê 16 hezar û 319, li Şanliurfayê 12 hezar û 96, li Bîngolê 62, li Qeyseriyê 64, li Tunceliyê 97, li Sêwasê 164, bi giştî li 11 parêzgehan heta niha mifteyên 350 hezar û 178 xaniyan radestî xwediyên wan ên rewa hatine kirin.
- Xebatên avakirinê li herêma erdhejê ber bi dawîbûnê va diçin
Di sala dawî da 254 hezar xaniyên din hatin temamkirin. Bi radestkirina bi tevahî 455 hezar xanî û kargehan ya di 27ê Kanûna Pêşîn da xebatên avakirinê li herêma erdhejê dê biqedin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
