MALATYA
Li Meletiyê du wesayît li hev qelibîn. Di qezayê de Parlementera HDPê ya Berê Sebahat Tuncel, bavê wê, xwarziyê wê jî di nav de 6 kes birîndar bûn.
Wesayîta bavê Tuncelê ya Baran Tuncel, ya ku plaqeya wê 06 BJ 0569 bû li ser rêya Meletî û Sêwasê li herêma Leşgergeha Altayê kete nav kevir û micir û bi wesayîta ku şofêrê wê Selçuk Erbaş (31) ya ku plaqeya wê 44 EU 012 bû ve li hev qelibî.
Di qezayê de parlementera berê Tuncel, bavê wê, xwarziyê wê, şofêr Selçuk Erbaş, Songul Erbaş (28) û Suleyman Erbaş (3) birîndar bûn. Tîmên tenduristiyê ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Meletiyê.
Milê rastê yê Tuncelê şikest, lê piştî ew hat dermankirin Tuncel taburcu bû.
Tuncel dema ji nexweşxaneyê derket der barê qezayê de agahî da rojnamevanan û wiha axivî: "Em çûbûn Mihrîcana Kurecîkê ya li navçeya Akçadagê. Dema em ji wir vedigeriyan wesayîta me kete nav micir. Him em û him jî ji wesayîta din 3 kesên din birîndar bûn. Başe ku di vê roja eydê de tiştekî girîng bi tu kesî nehat."