Tirkiye

Seba welatiyên Tirk ên ku di êrîşa Îsraîlê ya dijî Fîloya Sumûdê ya Kurewî da hatin desteserkirin, lêpirsîn hat vekirin

Zeynep Yeşildal  | 02.10.2025 - Rojanekırın : 02.10.2025
Seba welatiyên Tirk ên ku di êrîşa Îsraîlê ya dijî Fîloya Sumûdê ya Kurewî da hatin desteserkirin, lêpirsîn hat vekirin

Istanbul

 Piştî ku Îsraîlê êrîşî Fîloya Sumûdê ya Kurewî kir, li ser behra navneteweyî 24 welatiyên Tirk hatin desteserkirin û ji bo wan lêpirsîn dan destpêkirin.

Li gor daxuyaniya ku ji Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê hat dayîn, unsûrên sîtola Îsraîlê li ser behra navneteweyî êrîşî Fîloya Sumûdê ya Kurewî kir û piştî êrîşê 24 welatiyên Tirk hatin desteserkirin. Di daxuyaniya serdozgeriyê da hat ragihandin ku der heqê desteserkirina welatiyan da lêpirsîn dan destpêkirin.

Hat gotin ku lêpirsîn di çarçoveya "Verastkirinên Peymana Hiqûqa Behrê ya Neteweyên Yekbûyî", rêgezên rayeya xala 15emîn a Qanûna Mehkemeya Cezayê û rêbazên wezîfeyê yên xala 12emîn û 13emîn a Qanûna Cezayê Tirk da ji ber sûcên "binpêkirina azadiya şexsan", "revandina wesayîtên gîhandinê an jî desteserkirina wan", "talankirin", "zirardayîna mal û milk" û "eziyet"ê lêpirsîn tê kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın