Şaredarê Bajarê Mezin yê Edeneyê Karalar û Şaredarê Adiyeman Tutdere hatin binçavkirin

Istanbul
Di lêpirsîna dijî rêxistina sûc ya Azîz Îhsan Aktaş da Şaredarê Bajarê Mezin yê Edeneyê Zeydan Karalar û Şaredarê Adiyeman Abdurrahman Tutdere hatin binçavkirin.
Di lêpirsîna dijî rêxistina sûc ya Azîz Îhsan Aktaş da ku Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê bi hinceta rişwet daye şaredar û berpirsyarên payebilind yên şaredariyan û îhale organîze kirine, der barê Şaredarê Bajarê Mezin yê Edeneyê Karalar û Şaredarê Adiyeman Tutdere da biryara binçavkirinê hat dayîn.
Di çarçoveya lêpirsînê da Şaredarê Bajarê Mezin yê Edeneyê Karalar û Şaredarê Adiyeman Tutdere hatin binçavkirin.