Fırat Taşdemir
30 Mijdar 2024•Rojanekirin: 01 Berfanbar 2024
Wezareta Karên Navxweyî ragihand ku Ayvaz Hazirê Şaredarê Bahçesaraya Wanê ji wezîfeyê hatiye dûrxistin.
Di daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî da hat diyarkirin, ji ber dosyeya bi jimara 2022/196 ya li Dadgeha Cezayê Giran ya 4an ya Wanê, Ayvaz Hazir ji ber sûcê "endamê PKK/KCKya rêxistina terorê ya çekdar nebe jî ji ber ku li ser navê rêxistinê sûc kiriye", 3 sal û mehek û 15 roj cezayê hepsê hildaye.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin li Dadgeha Cezayê Giran ya 4an ya Wanê bi dosyeya bi jimara 2023/130yan der barê Ayvaz Hazir da ji ber sûcê 'propagandaya PKK/KCKya rêxistina terorê' lêpirsîn didome û ji ber benda 47an ya Qanûna Şaredariyê ya bi jimara 5393yan û benda 127an ya Destûra Bingehîn, weke tevdîr Ayvaz Hazir ji wezîfeyê hatiye dûrxistin.
Hat diyarkirin ji ber bendên 45 û 46an ya Qanûna Şaredariyê bi destê Walîtiya Wanê, Qaymeqamê Bahçesarayê Harun Arslanargun weke Wekîlê Şaredariya Bahçesarayê hatiye wezîfedarkirin.