Tirkiye

Şaredariya Uludereyê xebata rêvekirin û rêfirehkirinê dimeşîne

Ayhan Babat  | 06.11.2025 - Rojanekırın : 06.11.2025
Şaredariya Uludereyê xebata rêvekirin û rêfirehkirinê dimeşîne Ayhan Babat

Şırnak

Şaredariya Uludereya navçeya Şirnexê li herêma Serê Şiveyê ji bo qewînkirina xizmetên veguhestin û binesaziyê, xebata rêvekirin û rêfirehkirinê dimeşîne.

Di çarçoveya xebatan da ku ji hêla ekîbên Şaredariya Uludereyê qedera 3 mehan e berdewam in, li herêmê xeta rêyeke 2 kîlometreyî tê çêkirin.

Di çarçoveya xebatên ekîban ên bi ekskavator û barhilgirê makîneya vedanê da rastî avzêmeke nû hat.

Li ser vê yekê xebatên binesaziya şebekeya ava vexwarinê di rex van xebatan da hat destpêkirin.

Gurgîn Urekê Serokê Şaredariya Uludereyê diyar kir ku bi temambûna xebatan hem veguhestina herêmê dê hêsantir be û hem jî pêdiviya deverê ya ava vexwarinê dê bê dabînkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın