Tirkiye

Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê ji bo rê çêkirinê xebatên xwe didomîne

Osman Bilgin  | 18.10.2021 - Rojanekırın : 19.10.2021
Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê ji bo rê çêkirinê xebatên xwe didomîne

Diyarbakir

 Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê di çarçoveya xebatên rê çêkirinê da li Bûlwara Elezîzê rêya ber bi Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl va diçe nû dike.

Şaredarî ji bo di qada çûn û hatinê da rihetî çêbibe xebatên xwe didomîne.

Serokatiya Daîreya Koordînasyona Binesazî û Kontrolkirina Rê û Avaniyê rêyên ku her çûye xirab bûne û ji bo wesayît û rêwiyan dibûn sedema zehmetiyê bên temîrkirin projey amade kir.

Ekîbên şaredariyê ji bo rêya 230 metre dirêjajî û 50 metre jî firehiya wê heye ku bi salan xizmet bide ewilî di qada binesaziyê da kar û bar kirin. Di çarçoveya xebatê da wê rê b asfaltkirin peyarê bên çêkirin û ji bo ronîkirina rê jî wê stûn bên bicîkirin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.