Tirkiye

Sandoqên ku pêşeng wê li ser reya xwe bidin, kifş bûn

Barış Gündoğan, Ekip  | 27.03.2024 - Rojanekırın : 28.03.2024
Sandoqên ku pêşeng wê li ser reya xwe bidin, kifş bûn Liderlerin oy kullanacağı sandıklar belli oldu

Ankara

 Li Tirkiyeyê ji bo kifşkirina rêvebirên herêmî gel wê 31ê Adarê roja Yekşemê biçe ser sandoqê. Sandoqên ku pêşengên partiyên siyasî wê li ser dengê xwe bidin jî kifş bûn.

Li gor agahiyên ku nûçegihanên AAyê dan hev, roja yekşemê li tevahiya welêt şaredar, endamên şaredarî û meclisa giştî ya bajêr û mixtarên tax û gundan wê werin hilbijartin. Di hilbijartinê da sandoqên ku pêşeng wê li ser reyê bidin jî hatin eşkerekirin.

Li gor vê Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan wekî her hilbijartinê wê di vê hilbijartinê da jî reya xwe li Dibistana Navîn a Sffet Çebî ya Stenbolê bide.

Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş li Fatîha Stenbolê li Lîseya Anadoluyê ya Gelenbevî ser sandoqa ku nimreya wê 1245 e wê reya xwe bide.

Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel wê reya xwe li Yunusemreya navçeya navend a Manîsayê li Dibistana Seretayî ya 23 Nisan Ulusal Egemenlikê bide.

Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî wê li Dibistana Navîn a Anittepeyê ya li Enqereyê, Seroka Giştî ya ÎYÎ Partiyê Meral Akşener wê li Batikenta Enqereyê li Dibistana Navîn a Emlak Bankasiyê wê reya xwe bide.

Hevseroka Giştî ya DEM PArtiyê Tulay Hatîmogullari wê li Çukurovaya navçeya Edeneyê li Dibistana Seretayî ya Ayşe Atilê reya xwe bide. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî wê li Enqereyê li Dibistana Seretayî ya Ahmet Vefîk Paşa reya xwe bide.

Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu wê li Lîseya Çankayayê dengê xwe bide.

Serokê BBPyê Mustafa Destîcî wê li Fakulteya Zanistên Aborî û Îdarî ya Zanîngeha Başkentê ya li Taxa Fatîh Sultana Etimesgutê deng bide.

Serokê Partiya Gelecekê Ahmet Davutoglu wê li Taxa Gokturkê ya Eyupsultana Stenbolê dengê xwe bide.

Serokê Giştî yê Partiya DEVAyê Alî Babacan wê li Dibistana Navîn a Turkiye Emlak Bankası ya li Bîlkenta Enqereyê deng bide.

Serokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan Gultekîn Uysal wê li bajarê xwe Afyonkarahîsarê li Dibistana Seretayî ya Selçukluyê dengê xwe bide.

Serokê Giştî yê DSPyê Onder Aksakal wê li Lîseya Anadoluyê ya Teknîkî ya Şeyh Şamil a li Taxa Unalanê ya li ser Uskudara navçeya Stenbolê biçe ser sindoqê.

Serokê Partiya Refahê ya Jinûva Fatîh Erbakan wê li Lîseya Anadoluyê ya Bînnaz Ridvan Egeyê ya Balgatê deng bide.

Serokê Partiya Memleket Muharrem Înce jî wê li Lîseya Anadoluyê ya Taybet ya Şener Çakmak ya Yaşamkentê dengê xwe bide.

Serokê Giştî yê Partiya Welat Dogu Perînçek wê li Stenbolê li Dibistana Navîn a Beşîktaş Gayrettepeyê ya Şaîr Nedîm biçe ser sindoqê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.