Tirkiye

Sanayiya parastinê 10 milyon lire piştgirî da kampanyaya "Em Besî Xwe Ne Tirkiyeya Min"

Sektora sanayiya parastinê 10 milyon lire piştgirî da kampanyaya ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi duruşmeya "Em Besî Xwe Ne Tirkiyeya Min" da destpêkirin

İbrahim Atmaca  | 31.03.2020 - Rojanekırın : 01.04.2020
Sanayiya parastinê 10 milyon lire piştgirî da kampanyaya "Em Besî Xwe Ne Tirkiyeya Min"

Ankara

ANKARA (AA) - Sektora sanayiya parastinê 10 milyon lire piştgirî da kampanyaya ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi duruşmeya "Em Besî Xwe Ne Tirkiyeya Min" da destpêkirin.

Li gor daxuyaniya ku ji Serokatiya Sanayiya Parastinê ya Serokomariyê hat dayîn, şirketên sanayiya parastinê ji bo ku piştgiriyê bidin Kampanyaya Piştevaniya Neteweyî gava ewil avêt.

Di çarçoveya kampanyaya ku Serokê Sanayiya Parastinê Îsmaîl Demir jî piştgirî dayê da serok û endamên şirketan her yekî mehaniyeke xwe bexşand.

Fîrmayên sanayiya parastinê yên ku di kordînasyona Serokatiya Sanayiya Parastinê ya Serokomariyê da ne jî piştgirî da kampanyaya ku Serokomar Erdogan bi duruşmeya "Em Besî Xwe Ne Tirkiyeya Min" da destpêkirin.

Fîrmayên Şirketa Anonîm a Sanayiya Hewagerî û Fezayê ya Tirk (TUSAŞ), ASELSAN, HAVELSAN, ROKETSAN, STM, Şirketa Anonîm a Teknolojiyên Sanayiya Parastinê ya SSTEKê û Sanayiya Motorê ya TEI-TUSAŞê bi tevahî 10 milyon lire ji kampanyayê ra bexşand.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.