Tirkiye

Salvegera 572yemîn a fetihkirina Stenbolê tê pîrozkirin

Alper Korkmaz  | 29.05.2025 - Rojanekırın : 30.05.2025
Salvegera 572yemîn a fetihkirina Stenbolê tê pîrozkirin

Istanbul

Waliyê Stenbolê Davut Gul û protokola bajêr di çarçoveya salvegera 572yemîn a fetihkirina Stenbolê da Tirba Fatîh Siltan Mehmet Xan ziyaret kir.

Piştî ziyareta ku Walîtiyê li dar xist da, li Mizgefta Fatîhê mewlûd hat xwendin, seba şehîdan dia hatin kirin.

Piştî ziyaretê Walî Gul ji rojnamegeran ra axivî û diyar kir, bi fethê va çaxek bi dawî bû û çaxeke din dest pê kir û ew ji fermandarekî wiha û eskerên wî ra dia dikin.

Gul diyar kir, bernameya ku bi diayê dest pê kir, wê seranserê rojê dewam bike û wiha dewam kir, "Piştî nîvro li Beykozê bi beşdariya Birêz Serokomarê me va bername wê bi Şahiya Fethê va dewam bikin. Êvarê jî dîsa li Yenîkapiyê em ê hêza Komara Tirkiyeyê ya niha cardin bi pêşandinên SOLOTURKê va nîşanî welatiyên me bidin û bînin bîra wan."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.