Tirkiye

Şahika Ercumenê xwe noqî 100 metreyî kir û rekora dinyayê şikênand

Talip Demirci  | 26.10.2021 - Rojanekırın : 27.10.2021
Şahika Ercumenê xwe noqî 100 metreyî kir û rekora dinyayê şikênand

Antalya

Noqava neteweyî Şahika Ercumenê bi boneya ithafa sala 98emîn a Komarê û her wiha ji bo rekora dinyayê, noqîna di bêhnekê da li Kaşa navçeya Antalyayê pêk anî.

Rekortmena noqîna serbest a dinyayê Ercumenê di kategoriya giraniya bêpalet a guherbar da di bêhnekê da xwe berda 100 metre kûrahiyê.

Qaymeqamê Kaşê Şaban Arda Yazici û Şaredar Mutlu Ulutaş jî ceribîna şikênandina rekora dinyayê ya jin û mêran a Ercumenê ya li peravên Tesîsên Sosyal ên Încebogazê yên Şaredariya Kaşê şopandin.

Şahika Ercumenê bêyî palet û tûp di 2 deqîqe û 53 saniyan da berjêrî 100 metre kûrahiyê bû, piştî ku ji avê derket, di daxuyaniya xwe ya da rojnamegeran da, diyar kir ku wê xwe noqî 98 metre kûrahiyê wêdatir kir, rekora dinyayê şikênand û vê rekorê jî ithafî salvegera 98emîn a Komarê û her wiha eskeran dike.

Ercumenê bal kişand ku ew zehf kêfxweş û serbilind e û wiha got, "Bi vê rekora dinyayê va her wisa me xwest ku em balê bikişînin ser krîza avûhewayê, germbûna kurewî û wekheviya cinsiyeta civakî."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın