Tirkiye

Sûretê Yuksekovayê bi veberhênanan diguhere

Ulaş Güven  | 09.09.2021 - Rojanekırın : 17.09.2021
Sûretê Yuksekovayê bi veberhênanan diguhere

Hakkari

Şaredariya Yuksekovayê ku Wezareta Karên Navxweyî cîgirê şaredar lê wezîfedar kir, bi xebatên binesazî û ser erdê va piştgiriyê dide pêşketina navçeyê.

Waliyê Hekariyê û Cîgirê Şaredar Îdrîs Akbiyik li navçeyê veberhênan û xizmetên ku hatine kirin, di cî da dît û tedqîq kirin.

Akbiyik daxuyanî da rojnamegeran û diyar kir ku li derdora Yuksekovayê bûye qada şantiyeyê û projeyên girîng tên çêkirin.

Akbiyik li ser kompleksa sporê ya ku çêkirina wê dewam dike, sekinî û wiha got:

"Di projeyê da hewzê avjeniyê yê nîvolîmpîk, salona sporê, sehaya xalîçe ya sergirtî, sehaya xalîçe ya servekirî, du sehayên piçûk û servekirî yên basketbolê û sehaya voleybolê heye. Bajarvaniya Yuksekovayê di her qadê da pêş dikeve. Li Yuksekovayê xebatên Rêbej û Karên Avê yên Dewletê berdewam e. Ji bo ku em kêmasiya peyarê û asfaltê kuta bikin, em hemû di nav hewildaneke mezin da ne. Xebatên şaredariya me bi awayekî lez û bez dewam dike. Em dixwazin demildest tesîsa parzûnkirina avê seba xizmetê vekin. Ji bo ku em miftehên avahiyên TOKIyê teslîm bikin, em hewl didin ku kêmasiyan kuta bikin."

Akbiyik diyar kir, ji bo bedewkirina bajêr hewildan tê dayîn û wiha dewam kir:

"Li sanayiya me ya organîze xebat dewam dikin. Em vê gavê derketine îhaleya parselasyon û îmarê ya sanayiya organîze. Înşeallah em ê wê di demeke herî kin da kuta bikin û paşê derbasî binesaziya wê bibin. Armanca me ew e ku em di demeke kin da herêmê têxin navenda îstixdamê. Em dixwazin pirsgirêka bêkarî û îstixdamê çareser bikin. Bi taybetî em dixwazin vê derê seba karsazên ku ji Îran, Iraq û herêmê tên, têxin navenda sanayiyê. Îhaleya me ya xaza siruştî jî hat kirin, paşê hat betalkirin. Em dişopînin ku cardin demildest îhale çêbibe. Salên borî me nêzî 20 dibistanên xwe kuta kirin. Me ji van 18 dibistan ji xizmetê ra vekirin. Li Hekariyê ji pirsgirêkên herî mezin yek jê jî perwerde ye. Digel vê îsal dîsa jî nêzî 20 xwendekarên me fkulteya tibê qezenc kir."

Akbiyik paşê li navenda sûkê xebatên rê û peyarêyan di cî da tedqîq kir û ji rayedaran agahî hilda û telîmat da ku xebat leztir werin kirin.

Qaymeqam û Cîgirê Şaredar Osman Dogramaci, Midûrê Ewlehiya Bajêr Salavat Mete Pinar û Midxwrê Ewlehiya Navçeyê Murat Guneş jî bi Akbiyik ra geriya.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın