Tirkiye

Sûlava Gunpinarê bi rengên payîzê xemilî

Ayhan İşcen  | 09.11.2025 - Rojanekırın : 10.11.2025
Sûlava Gunpinarê bi rengên payîzê xemilî Ayhan İşcen

Malatya

Sûlava Gunpinarê ya li Darendeya navçeya Meletiyê, bi rengên payîzê xemilî.

Pelên darên li derûdora sûlava ku wekî parka siruştê ya 243yemîn a Tirkiyeyê hatiye îlankirin ji ber payîzê zer bûne û kesên wênekişandinê hez dikin tên serdana sûlavê.

Sûlava ku 5 kîlomêtro dûrî navenda navçeyê ye û wekî parka siruştê hatiye tescîlkirin, bi xebatên hawîrdorê yên ku ji hêla Şaredariya Darendeyê û Parkên Neteweyî û Parastina Siruştê va hatine kirin va bala geştiyaran dikişîne.

Li derûdora sûlavê mirov dikarin bimeşin, hilkişin cihên bilin, masiyan bigirin, kamp û seyranê bikin ku bi taybetî payîzê eleqe ji bo vê derê tê nîşandan.

Dîmenên darên ku rengên payîzê lê serdest in yên li parka siruştê, ji esman hatin kişandin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın