Rûyê Meletiyeya ku erdhejan bandor lê kir bi veberhênanên binesazî û seravahiyê diguhere
Malatya
Rûyê Meletiyeya ku di 6ê Sibata 2023yan da ji ber erdhejên navend Kahramanmeraş bandor lê çêbû, bi xebatên ku piştî karesatê dest pê kirin û hema hema li her deverê berdewam dikin, diguhere.
Ji binesaziyê bigire heta avahiyên servekirî, ji perwerdeyê bigire heta restorasyona mal û milkên çandî, ji xanîçêkirinê bigire heta qadên civakî, li gelek deveran li bajêr xebat di heman demê da tên meşandin.
Li bajarê ku xebat di bin koordîneya Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avûhewayê da berdewam dike, ji bo mexdûrên erdhejê yên ku mal û cihên kar ji dest dane 103 hezar û 494 xanî têne çêkirin.
Heta niha 53 hezar û 927 xanî, 3 hezar û 960 cihên kar û 10 hezar û 406 xaniyên gundan hatine temamkirin û radestî mexdûrên karesatê hatine kirin.
Tê plankirin ku heta dawiya salê hemû mexdûrên karesatê yên mafdar li malên wan yên daimî werin bicihkirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
