Rêya Agirî-Xamur-Dutax-Patnosê ya ku wê heywandarî, turîzm û aboriya herêmê pêşva bibe hat vekirin.
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji Kuliyeya Serokomariyê bi weşana Zindî beşdarî Merasima Vekirinê ya Rêya Agirî-Xamur-Dutax-Patnosê bû.
Erdogan diyar kir Rêya Agirî-Xamur-Dutax-Patnosê ya ku 70 kîlomêtro ye li ser xêrê be û got ku rêya hawirdorê ya Xamurê jî ku 9 kîlomêtro ye wê sala were bê temamkirin.
Serokomar destnîşan kir li ser Rêya Agirî-Xamur-Dutax-Patnosê nêzîkî 2,5 milyar lire hatiye xerckirin û got ku bi saya Rêya Agirî-Xamur-Dutax-Patnosê çûyîna ber bi Agirî-Xamur-Dutax-Patnosê wê ji saetekê dakeve 35 deqîqeyan.
Erdogan di axaftina xwe da bal kişand ser reqamên mezinbûnê û got reqamên mezinbûnê yên çaryeka sêyemîn ya sala 2022yan baş nîşan didin ku em di îstiqameteke rast da dimeşin.