Tirkiye, archive

Roja duşemê ji bo Tirkiyeyê rojeke dîrokî ye

Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan got ku roja duşemê di saet 11.00ê de dê pakête demokratîkbûnê bê eşkerekirin. Roja Duşemê dê ji bo Tirkiyeyê bibe rojeke dîrokî.

28.09.2013 - Rojanekırın : 28.09.2013
Roja duşemê ji bo Tirkiyeyê rojeke dîrokî ye

KIRŞEHÎR 
 
Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan beşdarî pîrozbahiyên Heftaya Ahîtiyê ya 26emîn ya ku li Kirşehîrê tê lidarxistin bû û li wir axivî. Serokwezîr hinek qala ahîtiyê û feydeyên wî kirin û piştre der barê pakêta demokratîkbûnê de hin agahî dan. 

- "Pakêta Demokratîkbûnê"

Erdogan diyar kir ku dê ew kesên ku dijîtiya her îcreatên wan dikin, dîsa dê li dijî pakêta demokratîkbûnê ya ku dê roja duşemê eşkere bikin, derbikevin. Erdogan got ku 11 salan ew xelet derketin û gel qezenc kir. Înşallah dê piştî roja duşemê jî ew xelet bin, dê Tirkiye qezenc bike.

Serokwezîr Erdogan got hin kes dabeşiya me dixwazin, em ewqas hevgirtî ne ku nekarin me ji hev bikin.

Erdogan destnîşan kir ku hin kes îdia dikin û dibêjin "ji ber ku rêxistinê û Îmraliyê xwest pakêta demokratîkbûnê çêdikin" û got ku ev weedên me yên ku me di kongreyên xwe de dabûn, in. Em dema ku wext bê û şert û merc guncav bin van yekan diyar dikin. 

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.