21 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 22 Rêbendan 2016
ERZURUM
Li Herêma Anadoluya Rojhilat bi şev germahî herî kêm di bin sifirê da li Erdexanê 23 pile hat pîvandin.
Li gor agahiya ku ji Midûriyeta Herêma 12mîn a Meteorolojiyê hat hildan, bi şev germahî herî kêm di bin sifirê da li Erdexanê 23, li Qersê 21,li Erziromê 15, li Erzincanê 7, li Agiriyê 5, li Tûnceliyê 2 û li Îdirê 1 pile hat pîvandin.
Qalindahiya berfê li Agiriyê 46, li Erzirom û Erdexanê 20, li Qersê 18, li Erzincanê 1,li Qonaxliya Navenda Xweşiqitandinê 127, li Palandokena Navenda Xweşiqitandinê 113, li Ergana Navenda Xweşiqitandinê 41 santên hat pîvandin.
Li gor texmînan li herêmê hewa îro wê ewrsayî be. Bi şev û serê sibê jî li giştiyê herêmê cemed û qermê çêbibe.
Li gor texmînan hewa herî germ li Îdirê 6, li Tunceliyê 4, li Erzincanê 3, li Erzirom, Agirî û Qersê di bin sifirê da 3 û li Erdexanê jî di bin sifirê da 4 pile be.
Li herêmê berf cara caran dibare û di çûyîn û hatinê da pirsgirêk derdikevin. Ji ber berf û bagerê rêya 202 gundên Erziromê, 118 gundên Erzincanê, 53 gundên Tûnceliyê, 10 gundên Erdexanê û 2 gund û taxên Qesrê girtî ne.
Ji bo vekirina rêyên girtî ekîbên îdareya taybet a bajaran bê navber dixebitin.