VAN
Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê (OBP) ya Wanê bang kir ku 9 personelên gumrukê yên ku bi destê rêxistina terorê PKKyê hatin revandin, serbest werin berdan.
Di daxuyaniya nivîskî ya OBPya Wanê de hat bibîrxistin ku di 21ê tebaxê roja înê tevî şofêrê servîsê 11 karmendên Midûriyeta Gumrukê ya Kapikoyê ji hêla mensûbên rêxistina terorê PKKyê hatin revandin û wiha hat gotin, "Ev bûyer bû sedem ku Dergehê Gumrukê yê Kapikoyê yê ku ji hêla bazirganiya bajêr ve cihekî xwe yê girîng heye, were girtin."
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku li deriyê gumrukê tu miemele pêk nayên û wiha hat gotin, "Piştî ku şofêrê servîsê û karmenda jin hatin berdan, em li bendê ne ku 9 karmendên gumrukê yên ku hê jî di destê rêxistinê de ne, serbest werin berdan."