Göksel Yıldırım
10 Rêbendan 2022•Rojanekirin: 11 Rêbendan 2022
Li Tirkiyeyê rêjeya bêkariyê di Mijdara 2021î da li gor meha berê neguherî û di asta ji sedî 11,2yan da ma, di heman mehê da hejmara bêkaran jî bû 3 milyon û 777 hezar kes.
Saziya Îstatîstikên Tirkiyeyê (TUÎK) îstatîstikên daneyên hêza kar a Mijdara 2021î eşkere kir.
Li gor vê, li Tirkiyeyê hejmara kesên bêkar ên ji 15 salî mezintir di mijdarê da li gor cotmehê 39 hezar kêm bû û derkete 3 milyon û 777 hezar kesî. Rêjeya bêkariyê jî li gor meha berê neguherî û di asta ji sedî 11,2yan da ma. Rêjeya bêkariyê li gor heman meha sala par jî ji sedî 1,8 kêm bû.
Li gor daneyên TUÎKê di navbera salên 2017 û 2021î da li gor mehan rêjeya bêkariyê wiha ne:
| 2017 | 2018 | 2019 | 2020 | 2021 |
| Çileya Paşîn | 12 | 9,8 | 13,5 | 13,1 | 12,7 |
| Sibat | 11,9 | 10 | 13,9 | 12,8 | 13,2 |
| Adar | 11,9 | 10 | 13,9 | 13,1 | 13 |
| Nîsan | 11,6 | 10,2 | 13,7 | 13,3 | 13,4 |
| Gulan | 11,1 | 10,6 | 13,7 | 13,2 | 12,6 |
| Heziran | 11 | 10,7 | 13,7 | 13,3 | 10,6 |
| Tîrmeh | 10,6 | 10,8 | 13,9 | 14,4 | 11,8 |
| Tebax | 10,5 | 11,2 | 14 | 13 | 11,8 |
| Îlon | 10,3 | 11,5 | 14,1 | 12,8 | 11,5 |
| Cotmeh | 10,3 | 11,6 | 13,5 | 13,1 | 11,2 |
| Mijdar | 10,1 | 12,2 | 13,4 | 13 | 11,2 |
| Çileya Pêşîn | 9,9 | 12,7 | 13,4 | 12,7 |
|
| Salane | 10,9 | 12 | 13,7 | 13,1 |