Rastiya rêxistina terorê vedişart di belgeya rêxistinî da derket holê
Mirina Orhan Urekê qaşo ji rêvebirên payebilind ên PKKya rêxistina terorê bû di nav rêxistinê da hatibû veşartin û ev rastî jî ji belgeya li ser terorîstekî hatibû berterefkirin, derket.

Ankara
Li gor agahiyên ji çavkaniyên Wezareta Karên Navxweyî hat hildan PKKya rêxistina terorê mirina endamê xwe Orhan Urekê bi qod navê "Cîger Goyî" ku qaşo berpirsê eyaleta Wan Qada Botanê bû û di 25ê Îlona 2020î da di operasyona hêzên ewlehiyê da hatibû berterefkirin ji endamên xwe vedişêre.
Rêxistina terorê mirina qaşo rêvebirên xwe yên payebilind eşkere nake û ji bo veşartina vê yekê jî wezîfedarkirinên nû jî nake.
Di 8ê Nîsanê da li herêma Çiyayê Xinzîr a Şirnexê di çarçoveya operasyona Eren-10î da 10 terorîst hatin berterefkirin û agahiya rêxistina terorê ji endamên xwe rastiye vedişêre jî di belgeya li ser Firat Şîşmanê di kategoriya sor da bû, derket.
Hêzên ewlehiyê belgeyên rêxistinî yên ji ser Şîşman derketin kontrol kirin û agahiyên der heqê mirina Urek da bi dest xistin.
Di belgeya qaşo ji baregeha bakurê Iraqê ya rêxistinê qaşo bo baregeha qada Botanê hatibû şandin da der barê mirina terorîst Agît Ciwan da agahî tê xwestin.
Di nota duyemîn da jî wiha hatiye gotin: "Li Eyaleta Wanê Kato Marînostayê di 26ê Îlonê da di encama êrîşa hewayî ya dijmin da Fermandarê Eyaletê heval Cîger û heval Erdalê li cem bû, şehîd ketin. Mirina herdu hevalan jî ji bo me pir zore û kes ciyê wan nagire."