ERZURUM
Ji ber bûyerên ku beriya mitîngê û piştî mitîngê ya HDPyê ya li Erziromê derketin 6 kes hatin binçavkirin.
Di daxuyaniya Midûriyeta Ewlekariya Bajêr da hat diyarkirin ku der barê bûyerên ku di mitînga HDPyê ya li Erziromê derketin da di çapemenî û medyaya civakî de dîmen hatin belavkirin û tê da xanê dike ku di destê hin kesan da kêrên kalanî hene.
Ekîbên polêsan di xebatên der barê bûyerê da Y.Ç, F.B, O.S, ve U.D binçav kirin û der heqê wan da karên fermî dan destpêkirin.
Di daxuyaniyê da hat eşkerekirin ku hin kesan bi keviran êrîşî minîbêsên ku alîgirên HDPyê anîbûn rasta mitîngê û li ser wan alayên partiyê hebûn kirin zirar dan û wiha hat gotin:
"Hin kesên di komê da agir berî wesayîtekê dan. Ajokarê wesayîtê A.T. di wesayîtê da şewitî û birîndar bû, rakirin nexweşxaneyê û rewşa wî giran e. Di encama xebatan da T.Tyê ku agir berî minîbê da û bû şewata minîbêsê û birîndarketina ajokar û Î.Kyê ku bi kulman li ajokarê di minibêsê da xist hatin binçavkirin."