Tirkiye

"Rêxistina Berxwedana Îslamî" ya li Iraqê eşkere kir ku di nav rojekê da 24 êrîş birin ser baregehên Amerîkayê

Ali Makram Ghareeb  | 08.03.2026 - Rojanekırın : 09.03.2026
"Rêxistina Berxwedana Îslamî" ya li Iraqê eşkere kir ku di nav rojekê da 24 êrîş birin ser baregehên Amerîkayê

At Ta mim

Koma ku li Iraqê girêdayî Heşda Şabiya hêza milîsên Şîe ye û xwe wekî "Rêxistina Berxwedana Îslamî" dide nasandin, ragihand ku ku di nav rojekê da 24 êrîş birin ser baregehên Amerîkayê yên li Iraq û herêmê.

Di daxuyaniya nivîskî ya rêxistinê da hat diyarkirin ku di êrîşan da bi dehan dron û fuze hatin bikaranîn.

Di daxuyaniyê da her wiha hat balkişandin ku êrîş li dijî baregehên Amerîkayê yên li Iraq û herêmê hatin kirin.

- Êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên dijî Îranê

Dema pêvajoya mizakereyê ya di navbera Tehran û Washîngtonê da dewam dikir, Îsraîl û Amerîkayê di 28ê Sibatê da êrîşên eskerî birin ser Îranê.

Îranê jî ji bilî Îsraîlê, êrîşî baregehên Amerîkayê yên li Qeter, Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereban û Behreyn di serî da yên li welatên herêmê ne kir.

Di êrîşên Amerîka û Îranê da ji bilî Serokê Îranê Ayetullah Elî Xameney û gelek rayedarên payebilind hatin kuştin.

Huseyîn Kermanpûrê Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Îranê ragihand ku di êrîşên Amerîka-Îsraîlê da 926 kes hatin kuştin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın