Rêbejaya Bîngol-Erziromê ji ber berfê ji trafîqê ra hat girtin
Bingöl
Rêbejaya Bîngol-Erziromê ji ber barîna zêde ya berfê ji trafîqê ra hat girtin.
Di parvekirina li ser hesabê Walîtiya Bîngolê ya medyaya civakî ya şirketa Xê ya navend Amerîka da ajokar hatin hişyarkirin ku ji ber barîna berfê baldar bin.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin:
"Xaçerêya Kerwanserayê ya Rêya Dewletê ya Bîngol-Erziromê û sînorê parêzgeha Bîngol-Erziromê ji ber barîna zêde ya berfê û her wiha bagerê ji saet 11.00an û pê va ji trafîqa wesayîtan ra hat girtin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
