Tirkiye, Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Qîza xwe ya revandine mirî an jî zindî paşda dixwaze

Malbateke din jî tevlî dayikên ku HDPyê wekî berpirsyarê revandina zarokên xwe dibînin û li pêşiya Serokatiya Bajêr a Diyarbekirê çalakiya rûniştinê dimeşînin bû

Haydar Şahin  | 19.09.2019 - Rojanekırın : 24.10.2019
Qîza xwe ya revandine mirî an jî zindî paşda dixwaze

Diyarbakir

DIYARBAKIR

Malbateke din jî tevlî dayikên ku HDPyê wekî berpirsyarê revandina zarokên xwe dibînin û li pêşiya Serokatiya Bajêr a Diyarbekirê çalakiya rûniştinê dimeşînin bû.

Çalakiya dayikên ku HDPyê wekî berpirsyarê revandina zarokên xwe dibînin û ji 3yê îlonê vir da li pêşiya Serokatiya Bajêr a Diyarbekirê çalakiyê rûniştinê dikin dewam dike.

Yildiz Balliya ji Qonyayê hat beşdarî çalakiyê bû diyar kir ku Yasemîn Balliya qîza wê 5 sal berê li Esenyurta navçeya Stenbolê ji bo here kar ji malê derket û ji wê rojê vir da tu xeberek jê hilneda.

Balliyê got ji ber ku rewşa aboriya wan têrê nekir qîza xwe neda xwendin û 5 sal e bi hesreta qîza xwe dijî.

- Îdiaya dibêjin 10 roj berê qîza wê hat kuştin

Balliyê diyar kir ku ji vir 10 roj berê ji înternetê hîn bû ku qîza wê di sala 2018an da hatiye kuştin lêbelê bi vê xeberê bawer nake.

Balliyê got, "Heke qîza min hatibe kuştin bira cesedê wê ji min ra bişînin" û wiha pê da çû:

"Ez bawer nakim ku qîza min hatibe kuştin. Ya zindî yan jî mirî dixwazim. Min li Qonyayê merzel amade kir. Ez her tim diçim ser wî merzelî û digrîm. Lêbelê merzelê vala ye. Tesbîteke ku nîşan dide hêzên ewlekariyê qîza min kuştine tune. Qîza min nemiriye, ez bawer nakim. Lewra kesî agahî neda min. Cinazeyê wê nehat. Ez fehm nakim çima zarokên me diçin? Wêneyên ewladên xwe diavêjin înternetê. Li dervayê welêt didin xwendin. Ewladên me li ku derê ne?"

Balliyê îdia kir ku xwediya saziya ku qîza wê li wê derê dixebitî qîza wê şandiye, qîza wê bi birayê xwediyê saziyê ra çûye, ew kes jî paşê vegeriyaye.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın