RIYAD
Qralê teze yê Erebistana Siûdî Welîaht Prens Selman bîn Evdilezîz di 2 salên dawîn da ji ber ku Qral Evdila nexweş bû, bi fiîlî Erebistana Siûdî îdare dikir.
Qral Selman di navbera zarokên damezrênerê dewletê Qral Evdilezîz da yek ji yên herî bihêz tê qebûlkirin. Selman şêwirmendiya qralên beriya xwe kiriye û bi tecrûbeya xwe ya siyasî tê naskirin.
Welîaht Prens Selman bîn Evdilezîz (79) di zarokatiya xwe da tevlî meclisa bavê xwe Evdilezîz bû û di xortaniya xwe da li nav welêt û derveyî welêt malbat û dewleta xwe temsîl kir.
Selman perwedeya xwe ya ewil li Dibistana Prensan a li Riyadê dît. Ji xetîb û meleyê Mescida Heram Şêx Evdila Xeyyat dersa Qur'ana Pîroz sitend.
Selman di sala 1954an da di 19 saliya xwe da wezîfeya xwe ya siyasî ya ewil wergirt û bû Wekîlê Emîrê Herêma Riyadê. Salek pey ra bû Emîr û di sala 1960an da ji wezîfeya xwe dev berda û piştî 3 salan cardin hat ser heman wezîfeyê.
Selman di salên 1955-1960 û 1963-2011an da Emîrtiya Riyadê kir.
Qral Evdila beriya mirina birayê xwe Siltan bîn Evdilezîz, di sala 2011an da Prens Selman bîn Evdilezîz di Wezareta Parastinê da wezîfedar kir. Selman di hezîrana sala 2012an da jî piştî ku Prens Nayîf bîn Evdilezîz mir, wek Welîehd û Wekîlserok hat tayînkirin.
Piştî ku Qral Evdila do êvarê mir, Selman bîn Evdilezîz wek qral, Mukrîn bîn Evdilezîz jî wek welîehd hat tayînkirin.