Qirgiz Erdîşê bi zeviya xaşxaşkê didin nasandin
Qirgizên ku li Erdîşa navçeya Wanê dijîn, bi kincên xwe yên edetî di nava zeviya xaşxaşkê da ji bo wênekêşan modeltiyê dikin û bi vî awayî piştevaniyê didin nasandina navçeyê

Van
Tirkên Qirgiz yên ku li Erdîşa navçeya Wanê dijîn, bi kincên xwe yên edetî di nava zeviya xaşxaşkê da ji bo wênekêşan modeltiyê dikin.
Qirgizên ku ji Zozanê Pamîrê yê Efxanistanê sala 1982yan da koçî Tirkiyeyê kirin, li Taxa Ulupamîrê ku li navçeya Erdîşê ji bo wan hat terxankirin, jiyana xwe didomînin.
Hin Qirgiz bi cilûberên xwe yên edetî ji bo wênekêş û ajokarên ku ji wê derê ra derbas dibin, di nava xaşxaşkan da modeltiyê dikin û bi vî awayî piştevaniyê didin nasandina navçeyê.
Tirka Qirgiz Ayses Hazarê di daxuyaniya xwe ya ku da rojnamegeran diyar kir, ziyaretvanên ku tên herêmê eleqeyeke germ nîşanî wan didin.
Hazarê diyar kir ku welatî pê ra di nava zeviyên xaşxaşkan da wêne dikişînin û bi vî awayî ew jî piştevaniyê dide nasandina navçeyê.
Kenan Aytaç jî got ku li herêmê zeviyên xaşxaşkan bala turîstên xwecî û biyanî dikişînin û wiha got, "Wênekêş, li ser hespê, gava em hespê dibezînin, gava em li ser hespê tîrê diavêjin an jî şûr li ba dikin, wêneyên me dikişînin. Ev zeviya xaşxaşkan bû mîna studyoyeke wêneyan a xwezayî."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.