Tirkiye

Qesra Îshaq Paşa bi xweşikahiyên zivistanê balê dikişîne

Qesra Îshaq Paşa ya dîrokî ya ji berhemên bijarte yên Dewleta Osmaniyan a li Anadoluyê û dorberê bi barîna berfê bi xêliya sipî xemilî.

Haydar Şahin  | 27.02.2020 - Rojanekırın : 01.03.2020
Qesra Îshaq Paşa bi xweşikahiyên zivistanê balê dikişîne

Ağrı

Qesra Îshaq Paşa ya dîrokî ya ji berhemên bijarte yên Dewleta Osmaniyan a li Anadoluyê û dorberê bi barîna berfê bi xêliya sipî xemilî.

Li qesra li Bazîda navçeya Agiriyê ya li 1900 mêtro bilindahiyê û dorberê wê qalindahiya berfê gihîşt bihustekê.

Qesra Îshaq Paşa bi xweşikahiyên zivistanê balê dikişîne

Qesra Îshaq Paşa ya dîrokî ya ji berhemên bijarte yên Dewleta Osmaniyan a li Anadoluyê û dorberê bi barîna berfê bi xêliya sipî xemilî. ( Göksel Cüneyt İğde - Anadolu Agency )

Qesra Îshaq Paşa bi xweşikahiyên zivistanê balê dikişîne

Di her demsalên salê da turîstên xwecî û biyanî tên ziyareta qesra wekî hêlîna teyran û bi barîna berfê li herêmê dîmenên xweşik derketin holê.

Di qesrê da 116 ode, tirbe, mizgeft, sûr, hewşên hundir û derva, salona haremê hene û qesr di Lîsteya Berwext a Mîrata Dinyayê ya UNESCOyê da cî digre. Ziyaretvan her demsalê li ber xweşikahiyên herêm û qesrê şaş metel dimînin.

Herêm wekî "rêya şaristaniyan" tê zanîn û li der û dora qesrê Kelha Urartuyan a 3 hezar salî, Mizgefta Bayezid hene û turîst eleqeyeke mezin nîşanî herêmê didin.

Seda Guneş Karaslana ziyaretvan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku Qesra Îshaq Paşa bi mîmariya xwe balê dikişîne û berhemeke bêhempa ye.

Karaaslanê wiha wiha got: "Ez bi mêrê xwe ra ji Îdirê hatim vê derê. Ya rastî em her tim tên vê derê. Hin caran bi malbatê hin caran bi hevalan ra tên û li vê derê digerin.Ev der bêhempa ye."

Gokhan Karaaslan jî got ku Qesra Îshaq Paşa her demsalê ziyaretvanan şaş û metel dihêle, li dinyayê cara ewil sîstema kalorîferê li vê qesrê hatiye xebitandin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın