Qepaxeke Bendava Dicleyê ji ber barana zêde jêbû
Li Bendava Dicleyê ya li Egila navçeya Diyarbekirê, qepaxeke bendavê ya ku ji bo texliyeya ava zêde ya ji ber barana zêde, hatibû vekirin jêbû.
DIYARBAKIR
Li Bendava Dicleyê ya li Egila navçeya Diyarbekirê, qepaxeke bendavê ya ku ji bo texliyeya ava zêde ya ji ber barana zêde, hatibû vekirin jêbû. Ekîbên cendirmeyê û yên AFADê li cihên mesken ên li derdorê li hember lehiyan dest bi sitendina tedbîran kir.
Ligorî agahiyan, li Bendava Dicleyê, 3 qepaxên bendavê yên ku bi mebesta texliyeya ava ji ber barana zêde ya ku van çend rojan dibariya bi mebesta tedbîrê hatin vekirin.
Demekê ji ber tezyiqa avê yek ji qepaxan jêbû û li ber avê çû. Piştî ku asta avê li çem bilind bû herdu qepaxên mayî hatin girtin.
Li taxên girêdayî navçeyê yên weke Selman, Yatir, Kaya, Balaban, Akalan û Tepecikê muxtar û welatî li hember lehiyê hatin hişyarkirin.
Ekîbên cendirmeyê û yên AFADê li cihên mesken ên li derdorê li hember lehiyan dest bi sitendina tedbîran kir.