Ferdi Türkten,Kemal Karadağ
14 Gulan 2023•Rojanekirin: 16 Gulan 2023
Serokê Lijneya Bilind ya Hilbijartin (LHB) Ahmet Yener diyar kir ku qedexeya weşanê ya der heqê hilbijartina serokomarî û parlementeriya heyama 28an da ji saet 18.30yî pê va hat rakirin.
Yener daxuyanî da endamên çapemeniyê û ragihand ku li hemû welêt hilbijartin aram derbas bûye, ji ber qanûnê kesên di saet 16.59an da hatine dengê xwe bidin bi nasnameyên xwe dengê xwe dane û loma ji saet 17.33yan pê va li hemû Tirkiyeyê karê dengdayînê qediyaye.
Yener got bila hilbijartina serokomarî û parlementeriya heyama 28an ji bo hemû welêt, partiyên siyasî û namzedên serokomariyê bi xêr be û wiha axivî: "Qedexeya weşanê ya ku hûn bi mereq li bendê ne ji saet 18.30yî pê va hatiye rakirin. Lê ji rêyên cuda ji bo endamên çapemeniyê der heqê encam da dane tên, lêbelê em bi hûrmet radigihînin ku bila hemû raya giştî li bendê be ku Lijneya Bilind ya Hilbijartinê encamên berwext eşkere bike."