Aylin Dal
14 Gulan 2023•Rojanekirin: 15 Gulan 2023
Welatiyên Tirkiyeyê ji bo hilbijartina serokomar û endamên parlementoyê yên ku wê 5 salan wezîfeyê bikin hilbijêrin îro çûn ser sandoqan.
Li hemû Tirkiyeyê dema dengdayîna ji bo hilbijartina Serokomar û Parlementerên Heyama 28an di saet 17.00yan da bi dawî bû. Li dervayî welêt jî dengdayîn di 9ê gulanê de bi dawî bibû.
Kesên li dorê de wê dengê xwe bidin û piştî wê pêvajoya hejmartina dengan wê dest pê bike.
Hemû qedexeyên weşanên der heqê hilbijartinê de wê ji saet 21.00ê pê va rabin, lê heke LBH pêwîst bibîne dikare beriya saet 21.00ê jî qedexeyên li ser weşanê rabike.
Di dengdayîna ewil de heke namzedek piraniya hemû dengên qebûlkirî hilnede wê ji bo kifşkirina serokomor 28 gulanê hilbijartina duyem bê kirin.