Tirkiye

Qaymeqamê ewil ê mensûbê civaka Ermeniyên Tirkiyeyê tayînê Babadagê bû

Sefa Şahin  | 18.08.2022 - Rojanekırın : 19.08.2022
Qaymeqamê ewil ê mensûbê civaka Ermeniyên Tirkiyeyê tayînê Babadagê bû

Ankara

 Berk Acarê ku di dîroka komarê da namzedê qaymeqamtiyê yê ewil ê mensûbê civaka Ermeniyên Tirkiyeyê ye tayînê navçeya Babadagê bû.

Navê Acar cara ewil li merasima girtinû ya li Serokatiya Daîreya Perwerdeyê ya Kursa Lihevkirinê ya Namzedên Qaymeqamtiyê ya Heyama 110emîn da hat bihîstin.

Berk Acar piştî ku ji Fakulteya Hiqûqê mezûn bû wekî parêzer xebirtî û di ezmûnan da bi ser ket û mafê namzediya qaymeqamtiyê bi dest xist.

Kursa Lihevkirinê ya Namzediya Qaymeqamtiyê ya Heyama 110emîn a ku di 17-21ê rêbendanê da hat kirin û ji 37 zanîngehên cuda mezûnên ji 11 beşên cuda beşdar bûnê û Berk Acarê mensûbê civaka Ermeniyên Tirkiyeyê jî di nav namzedan da cî girt.

Acar piştî ku kursê temam kir staj kir û wek qaymeqam tayînê Babadaga navçeya Denizliyê bû.

Berk Acar bi vî awayî di dîroka komarê da bû qaymeqamê ewil ê ku mensûbû civaka Ermeniyên Tirkiyeyê ye.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın