Tirkiye

Qaşo "Mîrê Edeneyê" yê DEAŞa rêxistina terorê hat girtin

Gumanbarê ku li gor îdiayê qaşo "Mîrê Edeneyê" yê DEAŞa rêxistina terorê ye, bi avakirna ekîbeke taybet va hat girtin

24.09.2018 - Rojanekırın : 25.09.2018
Qaşo "Mîrê Edeneyê" yê DEAŞa rêxistina terorê hat girtin

Adana

ADANA

Gumanbarê ku li gor îdiayê qaşo "Mîrê Edeneyê" yê DEAŞa rêxistina terorê ye, bi avakirna ekîbeke taybet va hat girtin.

Ekîbên Midûriya Şaxa Têkoşîna Terorê ya Midûriya Emniyeta Bajêr di çarçoveya îtirafên endamên DEAŞa rêxistina terorê yên ku hatin binçavkirin da hat tesbîtkirin ku Eyub B. (47) qaşo "Mîrê Edeneyê" yê rêxistinê ye.

Ji bo girtina gumanbar ekîbeke taybet hat avakirin û ekîbê piştî teqîba teknîkî û fîzîkî ya 5 mehan tesbît kir ku Eyub B. li baxçeyê nexweşxaneyeke taybet e.

Eyub B. piştî ku polês dît, revî û piştî demekê hat girtin.

Li gor tesbîtê Eyub B. ji bo ku neyê girtin, ji dêvla rêyên sereke di rêyên talî da çûye û hatiye, têlefona destan nexebitandiye, telîmatên ku ji Sûriyeyê hatine bi rêya kûryeyan hildaye û dîsa bi rêya kûryeyan telîmat daye endamên rêxistinê.

Li gor îdiayê bersûc endamên rêxistinê yên bûne îtirafkar û malbatên wan tehdîd kirine, di civînên rêxistinê da gotiye "Zarokên xwe neşînin dibistanê." û "Li peyê melayê dewletê nimêj nayê kirin."

Bersûc piştî karên li emniyetê sewqî edliyeyê kirin û dadgehê biryara girtina wî da.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın