Qaşo avakarê rêxistinîbûna li Afrîkayê yê FETOyê hat binçavkirin
Istanbul
ÎSTANBUL (AA) - Îbrahîm Tatarê qaşo avakarê rêxistinîbûna li Afrîkayê yê Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) li Stenbolê di operasyonê da hat binçavkirin.
Tîmên Şaxa Têkoşîna Dijî Sûcên Organîze û Îstixbaratê ya Midûriya Ewlehiya Stenbolê li hemberî endamên FETOyê xebatên xwe didomînin.
Di vê çarçoveyê da duh li Umraniyeyê li hemberî maleke hucreyê ya rêxistinê ya ku wek "mala gaygubetê" tê binavkirin operasyon kirin.
Di operasyonê da Îbrahîm Tatarê qaşo avakarê rêxistinîbûna li Afrîkayê yê FETOyê hat binçavkirin.
Li navnîşana ku lê bû gelek alavên dijîtal û dokumanên rêxistinî hatin bidestxistin.
Karê şikbar li ewlehiyê dewam dike.