Pêşbaziya NASAyê bi kêrî nasandina Gola Wanê hat
Waliyê Wanê û Wekîlê Şaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Mehmet Emîn Bîlmez: "Li Gola Wanê xwedî derketin bi ser siyasetê ket. Îzmîrî anî ba Waniyan, Hekariyî anî cem Aydinliyan û Hatayiyan anî cem Sînopiyan. Gola Wanê herkesî anî bal hev."
Van
Wêneya Gola Wanê ya ji fezayê hatibû kişandin û di pêşbaziya wêneyan a online ya ku Ajansa Hewagerî û Fezayê ya Amerîkayê (NASA) li dar xist da bûbû yekemîn, di nasandina golê da gelek bi kêr hat.
Gola Wanê ya ku gola herî mezin a Tirkiyeyê ye û bi dîmenên xwe yên xweş û qeraxên xwe va balê dikşîne di qada navneteweyî da jî di rojevê da cî girt û bû sedema kêfxweşiyê.
Gola Wanê hersal mazuvaniya bi hezaran turîstên xwemalî û biyanî dike û şêniyên Wanê jî ji vê yekê razî ne, ew ji ber serfiraziya wêneya ku Gola Wanê di pêşbaziya NASAyê da hilda jî kêfxweş in.
- "Serfiraziya wêneyê wê bi kêrî yekîtî, bihevrabûn û biratiya me bê"
Waliyê Wanê û Wekîlê Şaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Mehmet Emîn Bîlmez daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku bi saya pêşbaziyê herêm li çar aliyê dinyayê zêdetir hat naskirin.
Di berdewamiya axaftina xwe da Bîlmez diyar kir ku ev rewş bi kêrî turîzm û aboriya herêmê hat û wiha domand: "Me vexewendî şand pey Astronot Kate Rubins a ku di sala 2016an da wêneyê kişandibû û Michael Carlowiczê Edîtorê malpera înterneta Çavdêrxaneya Dinyayê ya ku pêşbaziya wêneyan a online ya NASAyê li dar xistibû. Emê pisîka Wanê wek diyarî bidin Rubinsê. Me tevlî Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Rubins û Carlowicz wek hevbajariyê rûmetê yên Wanê îlan kir. "
Walî Bîlmez bal kişand ser lihevkirina ku bi saya wêneya Gola Wanê pêk hat û wiha domand: "Li Gola Wanê xwedî derketin bi ser siyasetê ket. Îzmîrî anî ba Waniyan, Hekariyî anî cem Aydinliyan û Hatayiyan anî cem Sînopiyan. Gola Wanê herkesî anî bal hev."
Ji şêniyên bajêr Nursel Gevşekê jî got ku pêşbaziya wêneyan a NASAyê organîze kir ji nêz va dişopand û wiha pê da çû: "Bi eşkerekirina encaman va em gelek kêfxweş bûn. Ji ber ku wêneya Gola Wanê bû yekemîn em gelek kêfxweş bûn. Em dixwazin Wan bi xweşiyên xwe bê zanîn."