Tirkiye

Platforma Biratiyê ya Mûşê piştgirî da malbatên li pêşiya HDPyê çalakiyê dikin

İbrahim Yaldız, Sabri Yıldırım  | 14.04.2021 - Rojanekırın : 15.04.2021
Platforma Biratiyê ya Mûşê piştgirî da malbatên li pêşiya HDPyê çalakiyê dikin

Muş

Li Mûşê 2 malbatên ji bo bi destê PKKya rêxistina terorê revandina zarokên xwe HDPyê berpirsyar dibînin li pêşiya avahiya serokatiya bajêr a partiyê çalakiya rûniştinê dikin, endamên Platforma Biratiyê ya Mûşê piştgirî dan malbatan.

Endamên platformê malbatên li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê ya Mûşê çalakiyê dikin ziyaret kirin, daxuyanî dan çepemeniyê û bertek nîşanî rêxistina terorê dan.

Turhan Surê Serokê Komeleya Têkoşîna Dijî Îdiayên Bêbingeh daxuyanî xwend û got li cem dayikên li Mûşê ji dayikên Diyaberkirê ra selamê dişîne.

Sur got kesên di dewsa qelemê da sîlahê didin destê ciwanan rastî û şaşiyê ji hev dernaxin lewra aqil û wijdana wan tune û wiha pê da çû:

"Ew ciwanan dixapînin, bi zanatî derewan dikin lewra exlaqê wan tune. Ciwanno hêsrên çavên dayikên xwe bidin sekinandin, dayikên xwe yên dilşewat bi tenê nehêlin, vegerin malên xwe. Kesên sîlahê didin destê we zarokên xwe dişînin Ewropayê tetîlê, li xwendingehên taybet didin xwendin, perwerdeya hunerê didin wan. Li sîlahên dane destê we navê kîjan welatî dinivîsîne. Kîjan welat we li dijî welatê we dide şerkirin. Vê bifikirin. Destûrê nedin ku we li wê derê bigrin. Malbatên we li benda we ne. Ez ji Mûşê bangî we dikim, kesên dixwazin birayan bidin şerkirin ji bîr nekin."

Endamên platformê bi malbatan ra axivîn û û paşê çûn. Malbatên zarokên wan hatin revandin jî ew ê hefteya pêş roja çarşemê dîsa nobetê bigrin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın