30 Mijdar 2019•Rojanekirin: 01 Berfanbar 2019
Bi saya hewldana qanîkirinê ya ku ekîbên Midûriyeta Ewlehiya Wanê birin serî du endamên PKKya rêxistina terorê teslîm bûn û wan qala serpêhatiyên xwe yên di nav rêxistinê da kirin.
A.K û M.Kyê ku di sala 2015an da tevlî nav PKKê bûbûn bi saya xebata qanîkirina Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê va ji rêxistinê reviyan û hatin cem malbatên xwe. Wan di axaftina xwe da qala hal û rewşa xwe ya di nav rêxistinê da kirin.
A.K, daxuyanî da nûçegîhanê AAyê û got ku 4 sal berê bi navbeynkariya hevalekî xwe va ji ser medyaya civakî bi hin kesan ra têkilî danî û wan ew ber bi rêxistina terorê va birin.
Di axaftina xwe da A.K got ku ew di nav rêxistinê da ji bo birin û anîna xwarin û xurekê dixebitî û ji ber aciziya gurçik ew Şandin Sûriyeyê û li wê derê 6 meh hat dermankirin û wiha pê da çû: "Di kampan da di bin navê azadiyê da me mîna kole/hemalan didan xebitandin. Em dixebitîn û ew rûdiniştin û dixwarin. Em dixebitîn û yên wan wesayît di bin wan da bû û digeriyan, dixwarin. Ez ji vê rewşê gelek aciz bûm."
A. K, destnîşan kir ku ew dema di nav wan da ma rûyê wan ê rastîn ê qirêj dît û ji bo revê hertim çavê wî li fersendê bû û wiha domand: "Kesên mîna min difikirin di nav rêxistinê da gelek in. Di demên dawîn da ji ber operasyonên Artêşa Tirkiyeyê di nav rêxistinê da tirs, xof û zilm zêde bû.
- "Fikra ku em ê birevin bi qasî 20 rojî me ji hev ra negot"
Di axaftina xwe da A.K bi bîr xist ku ew û M.K bi hevdu ra ji rêxistina terorê reviyan û wiha domand: "Em li heman cihê diman, fikra ku em ê birevin me 20 rojî qet ji hev ra negot. Ew jî wek min fikirye. Piştî têkîlî danînê em bi hevra hatin."
A.K ji malbatan xwest ku bila ji ber rêxistinên terorê ew li zarokên xwe xwedî derkevin û wiha pê da çû: "Bi qasî ku min mêze kir gelek kesên dixwazin birevin hene. Ez li vê derê bangî malbatan dikim. Zarokên xwe ji vana dûr bigirin. Min 5 salê xwe kir qûrbana wan û ji ber tiştên hatin serê min ez bêzar bûm."
A.K ji ekîbên Midûriyeta Ewlehiya Wanê ra jî spas kir û got ku ji bo teslîmbûna wan kelek ked û xebat hat kirin.
- "Herekata Kaniya Aştiyê bi tesîr bû"
A.K diyar kir ku Hereketa Kaniya Aştiyê ya li Sûriyeyê hat kirin, çavê rêxistina terorê tirsand û wiha got: "Dema Herekata Kaniya Aştiyê dest pê kir me beş bi beş di malên sivîlan da bi cih kirin. Li mala em tê da bi cih bûn înternet hebû û li cem me jî compîter. Me şîfreya înternetê ji wan xwest û pêvajoya veger û teslîmbûna me jî wiha dest pê kir. Di nav rêxistinê da têlefon û înternet qedexe ye û nahêlin ku kes bi malbata xwe ra têkîliyê deyne."
- Hê ji roja ewil poşman bûye
Terorîst M.K jî got ku ew 18 saliya xwe da beşdarî rêxistinê bûye û wiha axivî:
"Tiştên digotine me tu jê rast derneketin. Rojên ewil xwarineke ecêb dan me ez derhal poşman bûm. Miameleya wan nebaş bû. Piştî hefteyeke din ez û 3 hevalên din revîn. Lêbelê me rê nedizanî. Ji ber vê yekê em hatin girtin. Xortên li çiya axlêbe li şikeftan dixebitin. Bi hespan erzaq tînin û dibin. Min çend kîlomêtro tilîsên ar dan pişta xwe. Giran bû, min nedişiya lê ez mecbûr bûm. Zarokên 16-17 salî jî dişandin pevçûnan. Ji wan ciwanan gelek bi vî şiklî hatin kuştin. Em piştî teslîm bûn dewletê gelekî qedrê me girt. Kesên dixwazin bila birevin û teslimî dewletê bibin."
- "Dayîkên xwe bibînin wê bên teslim bibin"
M.Kya got ku ew dibin tesrîra çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê ku di 3ê Îlonê da li pêş deriyê avahiya bajêr a HDPê ya Diyarbekirê dabûn destpêkirin mane û wiha dewam kir:
"Dema ku min ev çalakî bihîst min got 'niha malbata min jî li wir e û perîşan bûne.' Ez mam bin tesîra vê çalakiyê da. Eger hevalên me yên çiya dayikên xwe bibînin wê vegerin û teslim bibin.
- "Herekata Kaniya Aştiyê li ser rêxistina terorê bi tesîr bû"
M.K diyar kir ku Herekata Kaniya Aştiyê ya li Sûriyeyê hat kirin li ser rêxistinê tesîreke neyînî kir û wiha got: "Beriya destpêka Hereketa Kaniya Aştiyê behs dikirin. Digotin em ê dewleta Tirk xilas bikin. Lêbelê daxwaza wan çênebû. Têk çûn. Vê jî li ser rêxistinê tesîreke neyînî kir."