19 Nîsan 2016•Rojanekirin: 20 Nîsan 2016
HEWLÊR
Fermandarê Êzdî Qasim Dirbo yê li Şingala navçeya Mûsila bajarê Iraqê got ku PKKya rêxistina terorê zarokên êzdî dixapîne hildide nav rêxistinê û îfade kir ku di navbera DAEŞa rêxistina terorê û PKKyê da tu ferq tuneye.
Dirboyê Fermandar ê ku di nav hêzên pêşmergeyê da wezîfedar e li ser malpera fermî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) wiha got: "PKK, zarokên êzdiyan dixapîne. Li Çiyayayê Şingalê (Sîncar) dibistan vekirine û bi hinceta dibistanê bi taybetî zarokên qîz ên êzdî dibin û hewl didin ku wan bikin nav refên xwe. Ji zarokên ku dixwazin wan bikin nav rêxistinê ra têlefoneke desta distînin, bi têlefonê dixapînin."
Dirbo wiha dewam kir:
"Êzdî ji welatê xwe bûn, niha koçber in. PKK dixwaze ji vê rewşa wan sûdê werbigire. Gava ku mirov bala xwe dide helwesta wan a li hemberî êzdiyan mirov dibîne ku navbera wan û DAEŞê da ferq tuneye."
Dirbo got ku temenê zarokên ku tevlî rêxistinê dibin 15 ye û wiha dewam kir: "Bi rê û rêbazên cuda tesîrê li ser wan dikin. Piştra destûrê nadin wan ku malbatên xwe bibînin. Çend malbat hatin ba min û rewşa xwe ji min ra vegotin."
DAEŞê di 3yê tebaxa 2014an da êrîş biribû ser Şingala navçeya Mûsilê û gelek jin û zarokên êzdî revandibû. Êzdiyên ku ku ji ber êrîşan rêvîn jî mecbûr mabûn ku xwe bispêrin Çiyayê Şingalê.