Piştî bersivdayîna Îranê, li Tel Avîv û bajarên derdorê parçeyên fuzeyan îsabet kir
Quds
Piştî bersivdayîna nû ya Îranê, li hin cihên li Tel Avîva paytextê Îsraîlê û bajarên derdorê parçeyên fuzeyan îsabet kir.
Piştî êrîşê, Tel Avîv di serî da li navîna Îsraîlê û li cîwarên dereqanûnî yên li Şerîeya Rojava ya dagirkirî sîrenan lê da.
Têlevîzyona Kanal 12ê ya li Îsraîlê weşanê dike, destnîşan kir ku bi îsabetkirina fuzeya ji Îranê hat agirkirin va li bajarê Petah Tîkvayê hin wesayît şewitîn. Kanalê ji xeynî vê vîdeoyek jî parve kir ku tê da dûmanên ji qeraxê Tel Avîvê radibe, dixuyê.
Artêşa Îsraîlê diyar kir, fuzeya ku ji Îranê hatin agirkirin pirserî ye û li herêmên îsabet kir, ekîbên lêgerîn, xilaskirin û rakirina enqazê hatin sewqkirin.
Stêrka Sor a Dawid a servîsa alîkariya bilez a Îsraîlê jî ragihand ku di êrîşa dawîn da ji ber şarapnelan 6 kes bi awayekî sivik birîndar bûn.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
