Pirtûka 'Delîl' a derbarê sucên şer ên Îsraîlê da êdî li ser webê di weşanê da ye
Versiyona wê ya dijîtal li ser malpera înternetê ya https://aakitap.com.tr/kanit hat weşandin. Malper bi zimanên Tirkî, Îngilîzî û Erebî di xizmetê da ye

Ankara
Ajansa Anadoluyê (AA) Pirtûka 'Delîl' (Kanit) a ku ji bo sucên şer ên Îsraîlê delîlan tîne, êdî derbasî dijîtalê kir û ji bo warê navneteweyî jî li ser webê di weşanê da ye.
Pirtûka "Delîl"ê hemî sucên şer ên Îsraîlê bi delîl û dîmen bi hemî awayî derdixe holê. AAyê pirtûk 4ê Kanûna Paşîn a 2023yan weşand, çapa wê ya 9emîn a berfirehkîrî derbasî dijîtalê kirin.
Versiyona wê ya dijîtal li ser malpera înternetê ya https://aakitap.com.tr/kanit hat weşandin. Malper bi zimanên Tirkî, Îngilîzî û Erebî di xizmetê da ye.
https://aakitap.com.tr/kanit- Sucên şer ên Îsraîlê radixe ber çavan
Di rûpela sereke ya malperê da dîmenên bombeya fosforê balê dikişînin ku Îsraîlê ew li dijî Xezeyê bi kar anîn. Hinekî xwartir da jî daxuyaniyên Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ên ji bo Xezeyê cih digirin ku ev gotin di 17ê Mijdara 2023yan da di civîna çapemeniyê ya digel Şansolyeyê Almanyayê Olaf Scholz da gotin.
Rêveberê Giştî yê AAyê û Serokê Desteya Rêveberiyê Serdar Karagoz di peyama pêşkêşiyê ya pirtûka Delîlê da sucên ku Îsraîlê li Xezeyê li gorî Destûra Romayê ya Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî kirine, bi fotograf û dîmenên wekî belge pêşkêşî mêvanan dike.
Li ser malperê bi nîşana tîrikê ya ku li rast û çep, hatiye danîn va bi asanî dikarin di nava dîmenan da derbasbûn çêbibe. Zanyarî, agahî, lokasyon a derbarê kîjan sucî be, digel navê fotonûçegihan û hûrgiliyên derbarê bûyerê hatine danîn.
Di nav wan dîmenan da, berawirdkirina "berî û paşê" ya wêrankirina ku artêşa Îsraîlê li dijî Xezeyên jicîhûwarkirî yên li Refehê pêk anî, balê dikişîne.
Di malperê da daneyên Filistîniyên ku di êrîşên Îsraîlê da jiyana xwe ji dest dan, birîndar bûn û mexdûr bûn hatin dayîn. Herwiha ji bo bîranîna kameramanê AAyê Muntasir Sewwaf ê ku di 1ê Kanûna Pêşîn a 2023an da di encama êrîşa asîmanî ya Îsraîlê da jiyana xwe ji dest da jî peyamek hat weşandin.
Di rûpela ku tê de nav û wêneyên 205 rojnamevanên li Xezeyê jiyana xwe ji dest dane jî cih digire, bi dane û dîmenên belgeyî hemû aliyên şer eşkere dike.
Tê pilankirin ku çapa çaremîn a pirtûka "Şahid" (Tanik) jî derbasî dijîtalê bikin. Herwiha pirtûka "Gumanbar" (Sanik) jî ku ewê di rojên dahatû da bê weşandin, wê li ser înternetê were weşandin.
Armanca projeyan ew e ku belge û wêne di warê hiqûqa navneteweyî û mafên mirovan da, bigihije zêdetir mirovan û ji bo xebatan bibin alîkar.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.