Serokê Giştî yê Konfederasyona Romanên Tirkiyeyê Ahmet Çokyaşar daxuyand ku di warê polîtîkayên ji bo romanan de Tirkiye zehf li pêşiya welatên Ewropayê ye û bi taybetî jî di mijara îstixdam û perwerdeyê de gelek projeyên cidî tên meşandin.
Çokyaşar di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê de destnîşan kir ku bi pêşvekirina 14ê Adara 2010an a di serdema Serokwezîrtiya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ve li Tirkiyeyê ji bo romanan pêvajoyeke pir biqîmet dest pê kir.
Çokyaşar bal kişand ku bi xebatên wezaret û rêveberiyên herêmî ve polîtîkaya ji bo romanan bi pêş ket û wiha xeberda, "Piştî cîgirtina di nava tevgerên civaka sivîl de êdî dem hatiye ku roman di nava tevgerên siyasî de jî cî bigirin."
Çokyaşar destnîşan kir ku pirsgirêkên romanan hê jî bi temamî nehatine çareserkirin û ji bo vê jî xebat didomin û wiha pê de çû, "Di warê çareserkirina van kêşeyan de gelek projeyên ku dewlet piştgiriya wan dike, hene. Xebatên di vî warî de didomin. Helbet ev ne mijareke wisa ye ku di demeke kurt de were çareserkirin. Wisa mimkûn nîne ku meriv paşdemayîna bi salan, di nava 5 salan de ji holê rabike. Projeyên rast û bi îsabet divê em bînin rojevê û li ser bixebitin."
Çokyaşar bal kişand ku li Tirkiyeyê polîtîka û pêşvekirina romanan gelek cidî dimeşe û wiha qal kir:
Ez çûm Macaristanê û min got, 'min bibin taxeke romanan.' Wan ez nebirim. Lê ji Ewropayê komîteyek hat vir, me hemû tax bi wan dan gerandin. Ji ber ku em ji wan hemûyan zêdetir bi xwe bawer in. Li welatê me bi taybetî jî di warê îstixdam û perwerdeyê de gelek projeyên cidî tên meşandin. Bi pêvajoya pêşvekirina romanan ve pirsgirêk çareser dibin."