Serokê Saziya Nexweşxaneyên Dewletê ya Tirkiyeyê Hakki Yeşîlyurt der heqê xizmeta tendûristiyê ya ku li bajarên rojhilat û başûrê rojhilatê bûyerên terorî lê diqewimin de daxuyanî da nûçegihanê AAyê.
Yeşîlyurt diyar kir ku ji bo tespîtkirina kêmasiyan ev meheke ku li tesîsên tenduristiyê yên li Şirnax, Sîlopî, Mêrdîn û Cizîrê lêkolînan dike û wiha pê de çû: "Di her çûyîna xwe de me dît ku tevlî hemû astengkirinan xizmetên di qada tenduristiyê bi çi fedakariyê tên kirin baş dît. Welatiyên me derneketin derve lê di qada tenduristiyê de me nehîşt tu kêmasî peyda bibin."
Yeşîlyurt ragihand ji ber qedexeya derketina derve ya ku li Cizîra navçeya Şirnaxê hat sepandin jî di xizmeta bo tenduristiyê ya li bajarên herêma Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê hatin dayîn de tu kêmasî derneket holê û wiha dewam kir: "Li Cizîrê beriya qedexe bê rakirin me tewdîrên xwe hilda. Me got dibe ku piştî qedexeyê ji bo tenduristiyê serlêdan zêde bên kirin. Çawa ku qedexe rabû me wezife da ekîba di bin kontrola serokê amûrên tipê ya serokatiya Kiziltepeyê ku ji 7-8 beşan hekîm di nav de bûn û bi fermî me ew şandin wê derê."
"Îdiaya ku doxtor tunebû derewe".
Serokê Saziya Nexweşxaneyên Dewletê ya Tirkiyeyê Yeşîlyurt îdiayên ku dihat gotin li bajarên rojhilat û başûrê rojhilatê Anadoluyê doxtor tunebû derewand û got: "Ew gotina ku doxtor tunebû, derewe, îznat e, Di pergala me de niha tu kêmasî tuneye û her tişt, ji mûayeneyê bigire heta tiştên din her tişt dewam dike. Ambûlansên me diçin herêmên herî dûr yên ku tewdîrên ewlehiyê lê hatibin hildan. Li vê derê tu kêmasî tuneye."