Wezîrê Gihandin, Ragihandin û Behrevaniyê Lutfî Elvan diyar kir ew ê Pireya Nîssîbiyê ya ku li Tirkiyeyê di nav pireyên hilawistî de ya 3yemîn e ji bo trafîkê di meha adarê de vekin.
Elvan baret da serê xwe û tabliyeya herî dawîn a pireya ku di navbera Sêwereka navçeya Rihayê û Kahtaya navçeya Semsûrê de hat çêkirin bi cih kir û kelijand.
Di dema lêkolînan de jî Elvan daxuyanî da rojnamegeran û diyar kir ku xelkê herêmê bi hêvî li benda temamkirina pireyê ne û ji ber ku pire diqede ew jî pir kêfxweş e.
Elvan bi bîr xist ku xelkên li herêmê dijîn bi salan ji ser ava Bendava Ataturkê bi ferîbotan derbasî aliyê din dibûn lê bi temamkirina pireyê ve ew ê bikaribin bi peyatî û wesaîtên xwe derbasî hember bibin û wiha pê de çû: "Me pireyeke ku li rûyê dinyayê pireyên wek wê kêm in ava kir. Em hatin asta herî dawîn a Pireya Nîssîbiyê. Bi îzna Xwedê di nav meha adarê de em ê pireyê vekin. Me karên kelijandinê yên herî dawîn jî qedand. Gelek taybetiyên pireya me hene."
Di sala 2011an de dest bi çêkirina Pirêya Nîssîbiya ku dirêjahiya wê 610 mêtro ye kirin.