Tirkiye

Pireya Botanê ya Başûrê Rojhilat digihîne Rojhilat sibê tê vekirin

Nihat Kavşut  | 10.07.2020 - Rojanekırın : 11.07.2020
Pireya Botanê ya Başûrê Rojhilat digihîne Rojhilat sibê tê vekirin

Siirt

Pireya Botanê (Begendik) ya Herêma Başûrê Rojhilat digihîne Rojhilat sibê bi merasimekê tê vekirin.

Pireya ku li Begendika beldeya Perwariya navçeya Sêrtê di sala 2014an da çêkirina wê dest pê kir û xeta Wan-Tetwan-Bitlîs û Sêrt-Mêrdîn-Batmanê digihîne hev temam bû.

Çêkirina pireya ku li ser Çemê Botanê ye digel êrîşên terorê dewam kir. Pireya ku 450 mêtro dirêj e û 165 mêtro bilind e pireya herî bilind ya Tirkiyeyê ye.

Pireya Botanê (Begendik) ya Herêma Başûrê Rojhilat digihîne Rojhilat sibê bi merasimekê tê vekirin.

Bi Pireya Botanê seyaheta di navbera Wan û Sêrt-Perwariyê ji 5 saetan dakeve 2 saetî.

Vekirina pireya ku xeta Wan-Tetwan-Bitlîs û Sêrt-Mêrdîn-Batmanê digihîne hevdu sibê wê merasima Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi weşana zindî beşdar be û Wezîrê Gihandin û Binesaziyê Adil Karaîsmaîloglu jî amade bin bê vekirin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın