"Pilingên berfê" ji bo vekirina rêyan şev û roj dixebitin
Operatorê kepçeyê Guneş: "Cihê mirov lê hebe jiyan dewam dike, ji bo xêra me bigihîje wan em gelek fedakariyan dikin. Bila malbat, zarokên me meraqa me nekin ev karê me ye"

Iğdır
Li Îdirê ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr ku rêyên berfê girtiye dixebitin ji bo vekirina rêyên gundên li quntarên Çiyayên Arasê ne vebikin şev û roj dixebitin.
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê rêya gundên li quntarên Çiyayên Arasê cih digirin ji ber berf û pûkê tên girtin.
Ji bo vekirina rêyan jî di bin banê Îdareya Taybet a Bajêr da ekîba rê vekirinê hatiye avakirin û ekîp li kê derê zehmetî çêbibe berê xwe dide wir.
Endamên ekîbê serê sibehê zû tên navenda herekatê, sotemeniyên wesayîtên xwe tijî dikin û ber bi gundên berfê rêya wan girtiye va derdikevin rê.
Ekîp bi şev û roj û di nav şert û mercên zor zehmet ên zivistana ku dinya sar e da dixebitin û carna ji bo vekirina rêya gundekî bi rojan dixebitin.
Ji operatorên kepçeyê Hasan Guneş û operatorê greyderê Engîn Gultekîn daxuyanî dan nûçegihanê AAyê û gotin ku li herêmên çiyayî berf zêdetir tesîra xwe nîşan dide û ew jî kar û xebatên xwe bênavber didomînin.
Di axaftina xwe da Guneş got: "Cihê mirov lê hebe jiyan dewam dike, ji bo xêra me bigihîje wan em gelek fedakariyan dikin. Bila malbat, zarokên me meraqa me nekin ev karê me ye."
Gultekîn jî destnîşan kir ku ew dema pir hewce dike hin caran bi şev jî dixebitin û wiha domand: "Ez hevalên xwe yên ku di vê yekê da dixebitin, pîroz dikim. Em ji aliyekî va rêyên girtî vedikin û ji aliyekî va jî pêwîstiyên xwe çareser dikin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.