Tirkiye

Parlamenterê DEM Partiyê Gergerlîoglu diyar kir ku PKKya rêxistina terorê wê di 11ê Tîrmehê da çekê dayne

Gazi Nogay  | 09.07.2025 - Rojanekırın : 11.07.2025
Parlamenterê DEM Partiyê Gergerlîoglu diyar kir ku PKKya rêxistina terorê wê di 11ê Tîrmehê da çekê dayne

TBMM

 Parlamenterê Kocaeliyê yê DEM Partiyê Omer Faruk Gergerlîoglu got, "PKK wê 11ê Tîrmehê roja înê li Silêmaniya bajarê Iraqê çekê dayne."

Gergerlîoglu li Meclisê civîna çapemeniyê li dar xist û diyar kir ku di nava rojên pêş da li Tirkiyeyê pêvajoyeke girîng wê dest pê bike.

Gergerlîoglu got, "PKK wê 11ê Tîrmehê roja înê li Silêmaniya bajarê Iraqê çekê dayne" û diyar kir ku ev wê bibe rojeke girîng û dîrokî. Gergerlîoglu wiha axivî, "Ji bo ku pêvajo bimeşe, gaveke girîng wê were avêtin. Bi sedan rojnameger, aktivîstên civaka sivîl wê merasimê bişopîne; çavê dinyayê wê li ser vê derê be."

Gergerlîogluyê Parlamenterê DEM Partiyê daxuyand, piştî ku rêxistina terorê çek danî, ew li bendê ne ku li Meclisê komîsyon bê avakirin û ev komîsyon dest bi xebatên xwe bike.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.