Parka Jiyana Siruştî ya Gazîentabê di eydê da mazûvaniya nêzîkî 90 hezar kesî kir

Gaziantep
Parka Jiyana Siruştî ya Gazîentabê ya ku bi cureyên heywanan û mezinahiya xwe va yek ji baxçeyên heywanan ên pêşeng ên cîhanê ye, di betlaneya Eyda Qurbanê da ji hêla nêzîkî 90 hezar kesî va hat ziyaretkirin.
Parka Jiyana Siruştî di sala 2001î da ji hêla Şaredariya Bajarê Mezin a Gazîentabê va li ser qadeke bi qasî mîlyonek metroqereyî li Daristana Burçê hat avakirin.
Di parkê da heywanên dirînde di serî da gelek cure heywan hene.
Serokê Daîreya Parastina Jiyana Siruştî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Gazîentabê Celal Ozsoyler ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ku park 3yemîn navenda jiyana siruştî ya herî mezin a Ewropayê û 4emîn navenda jiyana siruştî a herî mezin a cîhanê ye.
Ozsoyler got ew her sal xebatên nû didin destpêkirin û wiha axivî: "Di betlaneya 4 roj û nîv da nêzîkî 90 hezar kesî serdana Parka me ya Jiyana Siruştî kirin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.