Haydar Şahin
04 Nîsan 2019•Rojanekirin: 05 Nîsan 2019
VAN (AA) - Li Baxçesaraya navçeya Wanê ekîbên rêbejayê li Gidukê Karabetê yê ku qalindahiya berfê wê derê digihêje 8 mêtreyan xebatên paqijkirina berfa ser rê didomînin.
Li Wana ku zivistana wê bi zor û zehmetiyan derbas dibe ekîbên paqijkirina berfê biharê jî xebatên xwe didomînin.
Ekîbên Midûriyeta Herêma 11an ya Rêbejayê li Gidukê Karabetê ya bilindahiya wê 2 hezar û 985 mêtre ye ligel berf û bagerê paqijkirina rê didomînin.
Li herêmê qalindahiya berfê carcaran digihêje 8 mêtreyan û ji tirsa aşîtê ekîb xebatên xwe bi kontrol dikin û hin caran jî aşît dikeve û di xetereyê da dimînin.
Ekîb diçin alîkariya welatiyên ku ji ber berf û bagerê di rê da mane jî.
- 11 makîne û 21 karker dixebitin
Faruk Çelîkerê şefê ekîba Midûriyeta Herêma 11an ya Rêbejayê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku di mijdarê da berf dest barînê dike û xebatên wan hetanî gulanê dewam dikin.
Çelîker destnîşan kir ku li bajarên rojavayê welêt êdî bihar e lêbelê li Wanê hê berfê paqij dikin û wiha axivî: "Her çiqasî bihar hatibe jî wekî zivistanê berf û bager dewam dike."
Çelîker diyar kir ku bi 11 makîne û 21 karkerî va her roj 24 saetan xebatên xwe didomînin û wiha pê da çû: "Ji ber ku barana biharê wekî şilopeyê ye xetereya aşîtê heye. Çendekî berê makîneya me di binê aşîtê da ma. Hevalên me yên li wê derê hevalê ku di binê berfa aşîtê mabû xilas kirin.