Tirkiye

Papa Leoyê 14emîn Serokê Kar û Barên Diyanetê Arpaguş ziyaret kir

Fatma Nur Candan, Fırat Taşdemir  | 27.11.2025 - Rojanekırın : 27.11.2025
Papa Leoyê 14emîn Serokê Kar û Barên Diyanetê Arpaguş ziyaret kir

Ankara

 Serokdewletê Vatîkanê Papa Leoyê 14emîn Serokê Kar û Barên Diyanetê Safî Arpaguş ziyaret kir.

Papa Leoyê 14emîn û ku bi Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ra li Kuliyeya Serokomariyê hevdîtina rû bi rû û di nav heyetan da kir li Hêwana Cîhannumayê ya li Pirtûkxaneya Gel a Serokomariyê bi Serokomar Erdogan ra xitabî vexwendiyan kir.

Papa Leoyê 14emîn piştî bernameyên li Kuliyeya Serokomariyê derbasî Serokatiya Kar û Barên Diyanetê bû û wir bi Serokê Kar û Barên Diyanetê Arpaguş ra hevdîtin kir.

Hevdîtin ji çapemeniyê ra girtî hat kirin.

Di daxuyaniya Serokatiya Kar û Barên Diyanetê da hat diyarkirin ku di ziyaretê da Serokê Lijneya Bilind a Kar û Barên Dînê Prof. Dr. Abdurrahman Haçkali, Alîkarên Serokê Kar û Barên Diyanetê Prof. Dr. Ahmet Îshak Demir, Dr. Hafiz osman Şahîn û Dr. Huseyîn Hazirlar jî amade bûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.